Li Denizlîye mirineke bi guman

  • 10:06 17 Mijdar 2021
  • Rojane
 
DENIZLÎ - Li taxa Feslegen a navçeya Pamukkaleyê ya Denizlîyê hemşîre Semîha Aras, li avahîya muxtaran a odeya xwe mirî hat dîtin. Hat gotin ku ji roja duşemê ve agahî jê nehatiye girtin û xizmên wê bang li polîsan kirine. Polîsên ku hatin ciyê bûyerê cam şikandin û ketin hundir. 
 
Ekîba Lêkolîna Cihê Sûc a Midûriyeta Polîsan, lêkolîn li ser agahiyê kirin. Piştî lêkolînê jî ji bo otopsî were kirin cenazeyê Semîhayê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê. 
 
Hat ragihandin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, lê piştî encama otopsiyê wê hinceta mirina wê diyar bibe.