Li Qilebanê îdîaya întîxarê
- 08:53 17 Mijdar 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Jina bi navê Y.A. li Qilebanê xwest xwe bikuje. Bi giranî birîndar bû û wê birin nexweşxaneyê.
Jina bi navê Y.A. ya 30 salî li navçeya Qilebanê ya Şirnexê xwest ku xwe bikuje. Hat ragihandin ku ji avahiyê ketiye. Kesên derdorê bang li ambûlansê kirine û wê rakirine nexweşxaneyê. Ji ber ku rewşa wê giran e wê sewqê nexweşxaneyeke din kirine.
Hat zanîn ku Y.A. û hevjînê wê li ber hevberdanê bûn û malbat bi xwesteka lihevanînê hatine cem hev.