Li Qilebanê îdîaya întîxarê 2021-11-17 08:53:58     ŞIRNEX - Jina bi navê Y.A. li Qilebanê xwest xwe bikuje. Bi giranî birîndar bû û wê birin nexweşxaneyê.    Jina bi navê Y.A. ya 30 salî li navçeya Qilebanê ya Şirnexê xwest ku xwe bikuje. Hat ragihandin ku ji avahiyê ketiye. Kesên derdorê bang li ambûlansê kirine û wê rakirine nexweşxaneyê. Ji ber ku rewşa wê giran e  wê sewqê nexweşxaneyeke din kirine.    Hat zanîn ku Y.A. û hevjînê wê  li ber hevberdanê bûn û malbat bi xwesteka lihevanînê hatine cem hev.