19 kesî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin

  • 14:42 15 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Li Amedê, 19 siyasetmedar û sendîkavanên ku hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 û 9'ê mijdarê de li 5 bajaran polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê jî di nav de 19 kesan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" binçav kiribûn. Lêpirsîna wan a li dozgeriyê bi dawî bû û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.