19 kesî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin 2021-11-15 14:42:45   AMED - Li Amedê, 19 siyasetmedar û sendîkavanên ku hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 û 9'ê mijdarê de li 5 bajaran polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê jî di nav de 19 kesan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" binçav kiribûn. Lêpirsîna wan a li dozgeriyê bi dawî bû û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.