Parêzvana Mafên Mirovan hat berdan
- 12:18 15 Mijdar 2021
- Rojane
MUGLA - Parêzvana Mafên Mirovan Denîz Gumuşel a ku li Mîlasê bertek nîşanî Fîrmaya Santrala Termîk a ku sponsoriya 'Festîvala Çinîna Zeytûnan' kiribû, dabî hatibû binçavkirin.
Fîrmaya Santrala Termîk a ku bûye sebeba tunekirina daristanên Aklebenê ji alîyên gel ve doz lê hatiye vekirin. Duh li navçeya Mîlasê ya Muglayê Parêzvana Mafên Mirovan a bi navê Denîz Gumuşel ji ber ku bertek nîşanî Fîrmaya Santrala Termîk a ku bûye sponsora 7'emîn 'Festîvala Çinîna Zeytûnan' dabû hatibû binçavkirin û ew biribûn TEM'ê.
Denîzê piştî ku îfadeya xwe da îro sibehê hat berdan.