Parêzvana Mafên Mirovan hat berdan 2021-11-15 12:18:13     MUGLA - Parêzvana Mafên Mirovan Denîz Gumuşel a ku li Mîlasê  bertek nîşanî Fîrmaya Santrala Termîk a ku sponsoriya 'Festîvala Çinîna Zeytûnan' kiribû, dabî hatibû binçavkirin.   Fîrmaya Santrala Termîk a ku bûye sebeba tunekirina daristanên Aklebenê ji alîyên gel ve doz lê hatiye vekirin. Duh li navçeya Mîlasê ya Muglayê  Parêzvana Mafên Mirovan a bi navê Denîz Gumuşel ji ber ku bertek nîşanî Fîrmaya Santrala Termîk a ku bûye sponsora  7'emîn 'Festîvala Çinîna Zeytûnan' dabû hatibû binçavkirin û ew biribûn TEM'ê.    Denîzê piştî ku îfadeya xwe da îro sibehê hat berdan.