Piştî 5 salan cenazeyê şervana YPS'yî hat teslîmkirin
- 16:02 11 Mijdar 2021
- Rojane
AMED - Cenazeyê şervana YPS-Jin Nevîn Dînç piştî 5 salan şûnde radestî malbatê hat kirin.
Di pêvajoya qedexeyên sala 2016'an ên li navçeya Gevera Colemêrgê de gelek şervanên YPS û YPS-JIN ên jiyana xwe ji dest dane bêyî xebera malbata wan li goristana bêkesan a Erziromê de hatibûn definkirin. Cenazeyê şervana YPS-Jin Nevîn Dînç (Bêrîtan Amed) jî rexmê hewildanên malbatê bi salan nedihat teslîmkirin. Cenaze piştî 5 salan şûnde ji aliyê malbatê ve hat girtin.
Cenaze ji goristana bêkesan hat girtin û ji bo definkirinê jî anîn Amedê.