Piştî 5 salan cenazeyê şervana YPS'yî hat teslîmkirin 2021-11-11 16:02:35     AMED - Cenazeyê şervana YPS-Jin Nevîn Dînç piştî 5 salan şûnde radestî malbatê hat kirin.   Di pêvajoya qedexeyên sala 2016'an ên li navçeya Gevera Colemêrgê de gelek şervanên YPS û YPS-JIN ên jiyana xwe ji dest dane bêyî xebera malbata wan li goristana bêkesan a Erziromê de hatibûn definkirin. Cenazeyê şervana YPS-Jin Nevîn Dînç (Bêrîtan Amed) jî rexmê hewildanên malbatê bi salan nedihat teslîmkirin. Cenaze piştî 5 salan şûnde ji aliyê malbatê ve hat girtin.   Cenaze ji goristana bêkesan hat girtin û ji bo definkirinê jî anîn Amedê.