Xwendekdarên YOK şermezar kirin hatin binçavkirin
- 14:21 8 Mijdar 2021
- Rojane
ENQERE - Polîsên êrişî çalakiya şermezarkirina YOK'ê kirin gelek xwendekar kirin bin çavan.
Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê ya li pêş Zanîngeha Enqereyê pêk hat kirin û gelek xwendekar binçav kirin.
Polisan, mudaxaleyî çalakiya şermezarkirinê ya rêxistinên ciwanan a Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) ku xwestin li ber Kampûsa Cebecî ya Zanîngeha Enqerê li dar bixin, kirin. Bi saetan beriya çalakiyê polisan derdora kampûsê dorpêç kirin û derdora xwendekaran girtin. Polisan bi lêdanê 11 xwendekar û gelek kes binçav kirin.
Mudaxaleya li dijî rojnamegeran
Polisan, mudaxaleyî rojnamegerên ku xwestin bikevin qadê jî kir û nehiştin ku wêne û dîmen bikişînin.