Xwendekdarên YOK şermezar kirin hatin binçavkirin 2021-11-08 14:21:04     ENQERE - Polîsên êrişî çalakiya şermezarkirina YOK'ê kirin gelek xwendekar kirin bin çavan.    Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê ya li pêş Zanîngeha Enqereyê pêk hat kirin û gelek xwendekar binçav kirin.    Polisan, mudaxaleyî çalakiya şermezarkirinê ya rêxistinên ciwanan a Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) ku xwestin li ber Kampûsa Cebecî ya Zanîngeha Enqerê li dar bixin, kirin. Bi saetan beriya çalakiyê polisan derdora kampûsê dorpêç kirin û derdora xwendekaran girtin. Polisan bi lêdanê 11 xwendekar û gelek kes binçav kirin.    Mudaxaleya li dijî rojnamegeran    Polisan, mudaxaleyî rojnamegerên ku xwestin bikevin qadê jî kir û nehiştin ku wêne û dîmen bikişînin.