Bi rojan e ji Şîlan Sevgî agahî nayê girtin

  • 12:13 4 Mijdar 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Ji Şîlan Sevgî a li taxa Wezîrava ya Geverê dima bi rojan e agahî nayê girtin.
 
Şîlan Sevghî (29) a dayika du zarokan ku li taxa Wezîrava ya Gevera Colemêrgê dima bi rojan e agahî jê nayê girtin. Malbat û xizmên Şîlanê diyar kirin ku Şîlanê berî bi hefteyekê bêyî ku nasname û telefona xwe bigire gel xwe ji malê derketiye û careke din venegeriyaye.
 
Malbat ku bi rojan e agahiyê ji keça xwe nagire derbarê windabûna wê de serlêdan kir.