Bi rojan e ji Şîlan Sevgî agahî nayê girtin 2021-11-04 12:13:30   COLEMÊRG - Ji Şîlan Sevgî a li taxa Wezîrava ya Geverê dima bi rojan e agahî nayê girtin.   Şîlan Sevghî (29) a dayika du zarokan ku li taxa Wezîrava ya Gevera Colemêrgê dima bi rojan e agahî jê nayê girtin. Malbat û xizmên Şîlanê diyar kirin ku Şîlanê berî bi hefteyekê bêyî ku nasname û telefona xwe bigire gel xwe ji malê derketiye û careke din venegeriyaye.   Malbat ku bi rojan e agahiyê ji keça xwe nagire derbarê windabûna wê de serlêdan kir.