Xwendekarên li Başûr daketin qadan

  • 12:07 30 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmanî, Hewlêr, Koyê û Qeladizê xwendevan bi girseyî daketin qadan daxwaza heqê xwe kirin.
 
Xwedevanên Dibistana Amadeyî ên tevlî ezmûnên zanîngehê bûn û piştî encamên wan eşkere bûn û şûnde li Silêmanî, Hewlêr, Koye, Qeladiz û Germiyan daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike.
 
Piştî ku ezmûnên xwendevanên Dibistanên Amadeyî xilas bûn, encamên xwendevanan li ser înternetê hatin belavkirin. Xwendevan ji ber ku li gorî dixwestin ji bo beşên wan nehatin girtin, nerazîne û 4 roj in li kolanan daxwaza mafên xwe dikin. 
 
Silêmanî
 
Xwendevan îro li ber derê rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyê kombûn û heya ber derê avahiya Zanîngeha Nû ya Qalîsan meşiyan. Xwendevanan rê li trafîkê girtin û xwestin aliyên peywendîdar pirsgirêka wan çareser bike.
 
Hewlêr 
 
Li Hewlêrê jî xwendevan bi heman armancê li ber derê avahiya Wezareta Xwendinê ya Bilind kombûn û daxwaza mafên xwe kirin.
 
Koyê
 
Li Koyeyê jî xwendevanan rê li trafîkê girtin. Xwendevan di çalakiyên xwe de dibêjin, ew biryara Wezareta Xwendinê red dikin û xwestin pirsgirêk were çareser kirin.
 
Qeladiz 
 
Her wiha yek ji navendên din ên xwedevan daketin qadan Qeladiz bû.  Xwendevan bi heman armancê li nav Baxê Giştî çalakiyek li dar xistin û rêya sereke ya Qeladizê li trafîkê girtin.