Li nava erdê garis pitikek hat dîtin

  • 20:33 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Gundê Qesirgêya girêdayî Şemrexê pitikek sê meh û 22 rojî di nava zeviyê garis de hate dîtin. 
 
Li Gundê Qesirgê yê girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê, di nava zeviyê garis de pitikek çar sê meh û 22 rojî hat dîtin. Pitik ji aliyê hinek şivanan ve hate dîtin. 
 
Li ser îxbara şivanan jandarma û kedkarên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Jandarmayan lêpirsîn dan destpêkirin û pitik jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê