Li nava erdê garis pitikek hat dîtin 2021-10-27 20:33:50     MÊRDÎN - Li Gundê Qesirgêya girêdayî Şemrexê pitikek sê meh û 22 rojî di nava zeviyê garis de hate dîtin.    Li Gundê Qesirgê yê girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê, di nava zeviyê garis de pitikek çar sê meh û 22 rojî hat dîtin. Pitik ji aliyê hinek şivanan ve hate dîtin.    Li ser îxbara şivanan jandarma û kedkarên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Jandarmayan lêpirsîn dan destpêkirin û pitik jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê