Li Îzmîrê 17 kes hatin binçavkirin
- 10:52 21 Cotmeh 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê li hemberî endam û rêveberên HDP operasyonek pêk hat û di encamê de 17 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê li hemberî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal operasyonek pêk hat û polîsan bi ser malan de girt. Hat diyar kirin ku der barê 20 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û 17 kes di serdegitina malan de hatine binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birîn Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.