Li Îzmîrê 17 kes hatin binçavkirin 2021-10-21 10:52:01     ÎZMÎR - Li Îzmîrê li hemberî endam û rêveberên HDP operasyonek pêk hat û di encamê de 17 kes hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê li hemberî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal operasyonek pêk hat û polîsan bi ser malan de girt. Hat diyar kirin ku der barê 20 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û 17 kes di serdegitina malan de hatine binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin birîn Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.