Encamnameya Konferansa Yekîtiya Jinên Elewî hat eşkerekirin
- 14:26 18 Cotmeh 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk encamnameya konferansa xwe eşkera kir û got: "
Konferansa Jinên Elewî ya Demokratîk a 3'yemîn li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê di 16'ê û 17'ê cotmehê de hat lidarxistin. 70 jin tevlî konferansê bûn û bal kişandin ser rewşa jinên elewî û plansaziya pêşerojê derxistin. Encamnameya konferansa jinên elewî hat eşkerakirin.
Di encamnameyê de biryarên ku hatin girtin wiha hatin rêzkirin:
"* Ji bo bicihanîna rîtuelên baweriya me û perwerdeya bi pênaseyên me yên bingehîn kar bê kirin,
* Bi saziyên elewiyan hemûyan re li ser bingeha hevaltiyê pêwendî û têkilî bê danîn,
* Li ser vê bingehê bi jinên li saziyên elewiyan re hevdîtin bê kirin,
* Li ser bingeha baweriya me bibin mêvanê xaneyên canên me yên li Ewropayê û têkiliya bi wan re bê xurtkirin,
* Dayikên rêber ji bo gihandina jinên xizmetên vê rêyê kar bikin,
* Hîn bêhtir giranî ji karên çapemeniyê re bê dayin û kovarên me li her beşên civakê bê belavkirin."