Encamnameya Konferansa Yekîtiya Jinên Elewî hat eşkerekirin 2021-10-18 14:26:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk encamnameya konferansa xwe eşkera kir û got: "   Konferansa Jinên Elewî ya Demokratîk a 3'yemîn li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê di 16'ê û 17'ê cotmehê de hat lidarxistin. 70 jin tevlî konferansê bûn û bal kişandin ser rewşa jinên elewî û plansaziya pêşerojê derxistin. Encamnameya konferansa jinên elewî hat eşkerakirin.    Di encamnameyê de biryarên ku hatin girtin wiha hatin rêzkirin:    "* Ji bo bicihanîna rîtuelên baweriya me û perwerdeya bi pênaseyên me yên bingehîn kar bê kirin,   * Bi saziyên elewiyan hemûyan re li ser bingeha hevaltiyê pêwendî û têkilî bê danîn,   * Li ser vê bingehê bi jinên li saziyên elewiyan re hevdîtin bê kirin,   * Li ser bingeha baweriya me bibin mêvanê xaneyên canên me yên li Ewropayê û têkiliya bi wan re bê xurtkirin,   * Dayikên rêber ji bo gihandina jinên xizmetên vê rêyê kar bikin,   * Hîn bêhtir giranî ji karên çapemeniyê re bê dayin û kovarên me li her beşên civakê bê belavkirin."