Jinan li gundên Mêrdînê banga beşdariya mîtînga 16'ê Cotmehê kirin
- 17:31 12 Cotmeh 2021
- Rojane
MÊRDÎN - TJA û jinên DBP’yî ji bo mîtînga “Li Dijî Nîjadperestî Zayendperestiyê Dem Dema Azadiyê ye” li Dêrik û gundên Artûliyê bi jinan re civiyan û belavok belav kirin.
Li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jinên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bi dirûşma “Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiyê ye” mîtîng tê li darxistin. Bi rojane li Mêrdînê û herêmê xebatên mîtîngê bi serdana navçe, gundan û kolanan re berdewam dike. Îro jî li Mêrdînê li gel berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parlamenter Ebrû Gunay û jinên siyasetmedar serdana gundên Artûklûyê Curnûk û Gûrgûriyê hate kirin. Di heman demê de ji li navçeya Dêrikê jî serdana jinan pêk hat.
Jinên siyasetmedar derbarê girîngiya mijara mîtîngê û beşdarbûnê de nirxandin kirin û ji hemû jinan daxwaza piştgiriyê kirin.