Jinan li gundên Mêrdînê banga beşdariya mîtînga 16'ê Cotmehê kirin 2021-10-12 17:31:50     MÊRDÎN - TJA û jinên DBP’yî  ji bo mîtînga “Li Dijî Nîjadperestî Zayendperestiyê Dem Dema Azadiyê ye” li Dêrik û gundên Artûliyê bi jinan re civiyan û belavok belav kirin.   Li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jinên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP)  bi dirûşma “Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiyê ye”  mîtîng tê li darxistin. Bi rojane li Mêrdînê û herêmê xebatên mîtîngê bi serdana navçe, gundan û kolanan re berdewam dike. Îro jî li Mêrdînê li gel berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Parlamenter Ebrû Gunay û jinên siyasetmedar serdana gundên Artûklûyê Curnûk û Gûrgûriyê hate kirin.  Di heman demê de ji li navçeya Dêrikê jî serdana jinan pêk hat.   Jinên siyasetmedar derbarê girîngiya mijara mîtîngê û beşdarbûnê de nirxandin kirin û ji hemû jinan daxwaza piştgiriyê kirin.