Di bombebarana li Çemçemalê de jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 08:23 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çemçemala Silêmaniyê ji aliyê balafirên bêmirov ve wesayîtek hate bombebaran kirin. Di encamê jinek jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîdar  bû.
 
Li nêzî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê duh êvarê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li wesayîtakê dan. Li gorî agahiyên bi dest ketine, di bombebaranê de jinek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
 
Cenazeyê jina ku jiyana xwe ji dest dayî rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Rewşa birîndaran başe û rakirin nexweşxaneya Çemçemal.
 
Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê Cotmehê de jî li nêzî navçeya Çemçemal seyareyek ji aliyê balafirek bêmirov ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bibûn.