Di bombebarana li Çemçemalê de jinekê jiyana xwe ji dest da 2021-10-09 08:23:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çemçemala Silêmaniyê ji aliyê balafirên bêmirov ve wesayîtek hate bombebaran kirin. Di encamê jinek jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîdar  bû.   Li nêzî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê duh êvarê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li wesayîtakê dan. Li gorî agahiyên bi dest ketine, di bombebaranê de jinek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.   Cenazeyê jina ku jiyana xwe ji dest dayî rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Rewşa birîndaran başe û rakirin nexweşxaneya Çemçemal.   Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê Cotmehê de jî li nêzî navçeya Çemçemal seyareyek ji aliyê balafirek bêmirov ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bibûn.