Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat serdana ajansa me

  • 13:30 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Amedê bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat serdana ajansa me.
 
Komîsyona Kongreyê ya Bajêr a Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd serdana ajansa JINNEWS'ê kir. Jinên Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz kirin dan zanîn zextên li ser rojnamegerên jin û astengkirina wan gelekî zêde bûne. 
 
Meclîsa Jinê bi lêv kir ku rojnameger pereçeyekî girîng ê têkoşîna jinê ye û got tevî hemû zext û astengiyan ew li gel hev in.