Danişîna doza hevşaredar Bêrîvan Kutlu hat taloqkirin

  • 13:17 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Danişîna doza Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu taloqî 6'ê Çileya 2022'yan hat kirin.
 
 Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di dîrokên cuda de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê"  derbarê wê de lêpirsîn hatibû vekirin. 23'yemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. 
 
Dadgehê, di danişîna doza pêşî de di dîrokên cuda de 3 dosyayên ku hatibûn vekirin kir yek û ji bo li ser lêkolînê bikin danişîn taloqî 6'ê Çileya 2022'yan kir.