Danişîna doza hevşaredar Bêrîvan Kutlu hat taloqkirin 2021-10-07 13:17:13   ŞIRNEX - Danişîna doza Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu taloqî 6'ê Çileya 2022'yan hat kirin.    Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di dîrokên cuda de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê"  derbarê wê de lêpirsîn hatibû vekirin. 23'yemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.    Dadgehê, di danişîna doza pêşî de di dîrokên cuda de 3 dosyayên ku hatibûn vekirin kir yek û ji bo li ser lêkolînê bikin danişîn taloqî 6'ê Çileya 2022'yan kir.