Li Îzmîr û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:47 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi bi operasyona serê sibehê pêk hat li Îzmîr û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Bi bi operasyona serê sibehê pêk hat li Îzmîr û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Amîrtiya Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê.
 
Di nava kesên li Manîsayê hatin binçakirin de xizma girtiyan Şukriye Kizildag a 70 salî û Ahmet Ertaş jî hene. Endamê Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Hukumxwar û Girtiyan re (TUHAYDER) Murat Biçici û Hevserokê HDP'ê ya Yunus Emreyê Orhan Yaramiş jî hatin binçavkirin. 
 
Li Îzmîrê Ramazan Yavuz, Mehmet Demir, Abdurrahman Dayan, Halil Batan û Îbrahim Kortak hatin binçavkirin. 
 
Sedema operasyona binçavkirinê nehat zanîn û her wiha dibe ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde jî bibe.
 
Her wiha polîs bi çîlingirê ketin buroya TUHAYDER'ê ya Konakê û hat diyarkirin alavên li wir belav kirine.