Li Îzmîr û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin 2021-10-07 10:47:56     ÎZMÎR - Bi bi operasyona serê sibehê pêk hat li Îzmîr û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin.    Bi bi operasyona serê sibehê pêk hat li Îzmîr û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Amîrtiya Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê.   Di nava kesên li Manîsayê hatin binçakirin de xizma girtiyan Şukriye Kizildag a 70 salî û Ahmet Ertaş jî hene. Endamê Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Hukumxwar û Girtiyan re (TUHAYDER) Murat Biçici û Hevserokê HDP'ê ya Yunus Emreyê Orhan Yaramiş jî hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê Ramazan Yavuz, Mehmet Demir, Abdurrahman Dayan, Halil Batan û Îbrahim Kortak hatin binçavkirin.    Sedema operasyona binçavkirinê nehat zanîn û her wiha dibe ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde jî bibe.   Her wiha polîs bi çîlingirê ketin buroya TUHAYDER'ê ya Konakê û hat diyarkirin alavên li wir belav kirine.