Cenazeyê dayika du girtiyan Rahîme Înal hat definkirin
- 08:50 6 Cotmeh 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Rahîme Înal ku çû hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Wanê de, li ser rêya Bedlîs- Wanê wesayita tê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
Rahîme Înal (50) ku ji bo hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de girtî ji bajaroka Gundikêmelê yê Şirnexê xwest biçe Wanê hevdîtina zarokên xwe, li ser rêya Bedlîs û Wanê wesayita tê de qeza kir. Di qezayê de dayê Rahîme jiyana xwe ji dest da û keça wê û ajokarê wesayitê jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyê Rehîme ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û keça wê û ajokar jî ji bo dermankirinê rakirin heman nexweşxaneyê.
Cenazeyê Dayê Rahîmeyê piştî ji morga nexweşxaneyê hat giritn li Goristana Gundikêmelê hat definkirin.