Cenazeyê dayika du girtiyan Rahîme Înal hat definkirin 2021-10-06 08:50:40     ŞIRNEX - Rahîme Înal ku çû hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Wanê de, li ser rêya Bedlîs- Wanê wesayita tê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da.   Rahîme Înal (50) ku ji bo hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de girtî ji bajaroka Gundikêmelê yê Şirnexê xwest biçe Wanê hevdîtina zarokên xwe, li ser rêya Bedlîs û Wanê wesayita tê de  qeza kir. Di qezayê de dayê Rahîme jiyana xwe ji dest da û keça wê û ajokarê wesayitê jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyê Rehîme ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û keça wê û ajokar jî ji bo dermankirinê rakirin heman nexweşxaneyê.    Cenazeyê Dayê Rahîmeyê piştî ji morga nexweşxaneyê hat giritn li Goristana Gundikêmelê hat definkirin.