Gel eleqeyek zêde nîşanî xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê da
- 08:50 2 Cotmeh 2021
- Rojane
AMED - Gel li navçeya Sûrê eleqeyeke zêde nîşanî xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li dijî hişbir û fuhuşê da.
Xebatên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li dijî hişbir û fuhuşê yên kampanyaya bi dirûşma "Em girêdana hişbirê têk bibin û jiyaneke nû biafirînin" hatibûn destpêkirin, didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan do li kuçeyên Îskenderpaşa, Lalebey, Elipaşa, Melik Ahmet, Abdaldede û Ziya Gokalpê derî bi derî geriyan û gel têkildarî kampanyaya xwe de agahdar kirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan li gelek cihên kuçeyan afîş û sticker daliqandin. Gel eleqeyek zêde nîşanî xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê da.
Hat diyarkirin dê ciwan xebatên xwe yên di çarçoveya vê kampanyayê de bidomînin.