Gel eleqeyek zêde nîşanî xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê da 2021-10-02 08:50:42   AMED - Gel li navçeya Sûrê eleqeyeke zêde nîşanî xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li dijî hişbir û fuhuşê  da.    Xebatên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li dijî hişbir û fuhuşê yên kampanyaya bi dirûşma "Em girêdana hişbirê têk bibin û jiyaneke nû biafirînin" hatibûn destpêkirin, didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan do li kuçeyên Îskenderpaşa, Lalebey, Elipaşa, Melik Ahmet, Abdaldede û Ziya Gokalpê derî bi derî geriyan û gel têkildarî kampanyaya xwe de agahdar kirin.    Endamên Meclîsa Ciwanan li gelek cihên kuçeyan afîş û sticker daliqandin. Gel eleqeyek zêde nîşanî xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê da.   Hat diyarkirin dê ciwan xebatên xwe yên di çarçoveya vê kampanyayê de bidomînin.