Li Şehbayê mayin teqiya: 4 zarok birîndar bûn

  • 08:44 23 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Li Şehbayê mayineke ji çeteyên DAÎŞ'ê mabû înfilak kir û yek jê giran 4 zarok birîndar bûn. 
 
Li Navçeya Ehdasê ya Şehbayê do zarokan dema bi mayineke ji çeteyên DAÎŞ'ê mabû dilîstin mayin teqiya û yek jê giran 4 zarok birîndar bûn. Zarok li Nexweşxaneya Helebê tên tedawîkirin. 
 
Zarokên birîndar bûn navên wan wiha ne: Îsmet Teter Exres (12), Mihemed Teter Exres (6), Zuhêr Teter Exres (14) ve Rulêf Mihemed Ali (8).