Li Şehbayê mayin teqiya: 4 zarok birîndar bûn 2021-09-23 08:44:48     ŞEHBA - Li Şehbayê mayineke ji çeteyên DAÎŞ'ê mabû înfilak kir û yek jê giran 4 zarok birîndar bûn.    Li Navçeya Ehdasê ya Şehbayê do zarokan dema bi mayineke ji çeteyên DAÎŞ'ê mabû dilîstin mayin teqiya û yek jê giran 4 zarok birîndar bûn. Zarok li Nexweşxaneya Helebê tên tedawîkirin.    Zarokên birîndar bûn navên wan wiha ne: Îsmet Teter Exres (12), Mihemed Teter Exres (6), Zuhêr Teter Exres (14) ve Rulêf Mihemed Ali (8).