Raporên Tipa Edlî yên derbarê Aysel Tugluk de birin rojeva meclisê

  • 16:05 14 Îlon 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Remziye Tosun, a HDP'yî raporên Saziya Tipa Edlî ên derbarê tendirustiya Aysel Tugluk de birin rojeva meclisê û got, "Saziya Tipa Edlî (ATK) ku girêdayî wezaretê ne ya Kocaelî û Stenbolê çima derbarê yek kesî de nêrînên cuda cuda dane û sedema vê çi ye?. "
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, raporên ATK'ê yên cuda cuda ku derbarê tendursitya parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tugluk a li Girtîgeha Jinan a Kandaryê dimîne de ji bo bi bersivîne pirsname da Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul. 
 
Pirsên ku ji Abdululhamît hatin kirin wiha ne:
 
“*Saziya Tipa Edlî (ATK) ku girêdayî wezaretê ne ya Kocaelî û Stenbolê çima derbarê yek kesî de nêrînên cuda cuda dane û sedema vê çi ye?
 
* Li hemberî rexneyên aktîvîstên mafên mirovan ên derbarê raporên Tipa Edlî derbarê girtiyan de ku rastiyê nîşan nadin  hewldanên wezareta we çi ne?"