Raporên Tipa Edlî yên derbarê Aysel Tugluk de birin rojeva meclisê 2021-09-14 16:05:23     ENQERE - Remziye Tosun, a HDP'yî raporên Saziya Tipa Edlî ên derbarê tendirustiya Aysel Tugluk de birin rojeva meclisê û got, "Saziya Tipa Edlî (ATK) ku girêdayî wezaretê ne ya Kocaelî û Stenbolê çima derbarê yek kesî de nêrînên cuda cuda dane û sedema vê çi ye?. "   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, raporên ATK'ê yên cuda cuda ku derbarê tendursitya parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tugluk a li Girtîgeha Jinan a Kandaryê dimîne de ji bo bi bersivîne pirsname da Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul.    Pirsên ku ji Abdululhamît hatin kirin wiha ne:   “*Saziya Tipa Edlî (ATK) ku girêdayî wezaretê ne ya Kocaelî û Stenbolê çima derbarê yek kesî de nêrînên cuda cuda dane û sedema vê çi ye?   * Li hemberî rexneyên aktîvîstên mafên mirovan ên derbarê raporên Tipa Edlî derbarê girtiyan de ku rastiyê nîşan nadin  hewldanên wezareta we çi ne?"