Dayikên Aştiyê çûn serdana malbata Lutfiye Gokkan

  • 16:46 8 Îlon 2021
  • Rojane
 
 
 
RİHA - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, çûn serdana malbata Lûtfiye Gokkan ku jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbatê re xwestin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û rêvebirên rêxistinên başar û navçeyên Şirnexê, çûn serdana malbata Lutfiye Gokkan dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî ku di 31’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da û ji malbatê re sersaxî xwestin.
 
Dayikên ku ji malbatê re sersaxî xwestin piştre ber bi şirnexê ve derketin rê.