Dayikên Aştiyê çûn serdana malbata Lutfiye Gokkan 2021-09-08 16:46:12         RİHA - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, çûn serdana malbata Lûtfiye Gokkan ku jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbatê re xwestin.   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û rêvebirên rêxistinên başar û navçeyên Şirnexê, çûn serdana malbata Lutfiye Gokkan dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî ku di 31’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da û ji malbatê re sersaxî xwestin.   Dayikên ku ji malbatê re sersaxî xwestin piştre ber bi şirnexê ve derketin rê.