Li Mexmûrê berxwedan 263 roj in bi îdiayek mezin didome

  • 13:58 6 Îlon 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê li saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja 263’yan de bi biryardarî û îdiayek mezin berdewam dike.
 
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 18’ê Kanûna 2020’an de bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê ji bo pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe yên demê li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi biryardarî û îradeyek mezin di roja 263’yan de berdewam dike. Rojane berxwedan ji aliyê gelê wargehê û saziyên ve tên ziyaretkirin.