Li Mexmûrê berxwedan 263 roj in bi îdiayek mezin didome 2021-09-06 13:58:43   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê li saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja 263’yan de bi biryardarî û îdiayek mezin berdewam dike.   Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 18’ê Kanûna 2020’an de bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê ji bo pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe yên demê li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi biryardarî û îradeyek mezin di roja 263’yan de berdewam dike. Rojane berxwedan ji aliyê gelê wargehê û saziyên ve tên ziyaretkirin.