Jinên elewî: Yên 16 roj in dişewitin ne dar in paşeroj û pêşeroja me ne

  • 12:00 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên Elewî di daxuyaniya têkildarî agirê bi daristanan ketiye û dewam dike de dan zanîn li dijî şewatê ew ê xwezaya xwe biparêzin û wiha gotin:"Yên dişewitin ne dar in paşeroj û pêşeroja me ne û em in. Em ê bi înad pêşeroja xwe şîn bikin."
 
Jinên elewî, têkildarî şewatên daristanan ên li bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî dan. Jinan diyar kirin ku ji xeynî xwezayê jiyan jî tune dibe û wiha gotin: "Yên 16 roj in dişewitin ne dar in paşeroj û pêşeroja me ne canên me ne. Dewleta ku dişewitîne, şewitandinê didomîne. Ya dişewite erdnîgariya me ye, mekanê Xizir e û ziyaretgehên me ne. Eynî weke dîroka me ya 1937’an e. Em ê bi înad xwezaya xwe biparêzin, pêşeroja xwe şîn bikin."