Jinên elewî: Yên 16 roj in dişewitin ne dar in paşeroj û pêşeroja me ne 2021-09-01 12:00:51     STENBOL - Jinên Elewî di daxuyaniya têkildarî agirê bi daristanan ketiye û dewam dike de dan zanîn li dijî şewatê ew ê xwezaya xwe biparêzin û wiha gotin:"Yên dişewitin ne dar in paşeroj û pêşeroja me ne û em in. Em ê bi înad pêşeroja xwe şîn bikin."   Jinên elewî, têkildarî şewatên daristanan ên li bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî dan. Jinan diyar kirin ku ji xeynî xwezayê jiyan jî tune dibe û wiha gotin: "Yên 16 roj in dişewitin ne dar in paşeroj û pêşeroja me ne canên me ne. Dewleta ku dişewitîne, şewitandinê didomîne. Ya dişewite erdnîgariya me ye, mekanê Xizir e û ziyaretgehên me ne. Eynî weke dîroka me ya 1937’an e. Em ê bi înad xwezaya xwe biparêzin, pêşeroja xwe şîn bikin."