Li Farqînê polîsan serdana esnafan asteng kir

  • 15:52 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Polîsan li Farqînê serdana esnafan a HDP’ê asteng kirin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: "Kes nikare xabatên me asteng bike." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di çarçoveya kampanyaya “Em HDP'î ne, li her derê ne” xwest li navçeya Farqînê serdana esnafan bike. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran û rêveberên HDP’ê çûn serdana esnafan. Polîsan serdana HDP’ê ya esnafan  asteng kirin. 
 
Parlamenter û rêveberên HDP’ê bertek nîşanî sepana polîsan dan. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Em li xebat û serdanên partiyên din temaşe dikin. Ew jî partî ne û ji bo wan tu astengî nîne lê dema dor tê HDP’ê çi ji destê polîsan tê dikin û xebata me asteng dikin. Her ku hûn bixwazin me asteng bikin, wê xelkê Farqînê were vir.” 
  
Bi dehan welatî li derdora dorpêça polîsan kom bûn û bi fîkandin û çepikan dorpêçê şermezar kirin. Parlamenter Meral û Ayşe ji bo biryardariya gel gotin “Hûn çi dikin bikin, lê em ê xebata xwe û serdana xwe ya ji bo gelê xwe bidomînin. Em ê bi gelê xwe re werin cem hev.” 
 
Piştî axaftinên hatin kirin HDP’yî û xelk derbasî avahiya HDP’ê bûn.