Li Farqînê polîsan serdana esnafan asteng kir 2021-08-18 15:52:06     AMED - Polîsan li Farqînê serdana esnafan a HDP’ê asteng kirin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: "Kes nikare xabatên me asteng bike."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di çarçoveya kampanyaya “Em HDP'î ne, li her derê ne” xwest li navçeya Farqînê serdana esnafan bike. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran û rêveberên HDP’ê çûn serdana esnafan. Polîsan serdana HDP’ê ya esnafan  asteng kirin.    Parlamenter û rêveberên HDP’ê bertek nîşanî sepana polîsan dan. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Em li xebat û serdanên partiyên din temaşe dikin. Ew jî partî ne û ji bo wan tu astengî nîne lê dema dor tê HDP’ê çi ji destê polîsan tê dikin û xebata me asteng dikin. Her ku hûn bixwazin me asteng bikin, wê xelkê Farqînê were vir.”     Bi dehan welatî li derdora dorpêça polîsan kom bûn û bi fîkandin û çepikan dorpêçê şermezar kirin. Parlamenter Meral û Ayşe ji bo biryardariya gel gotin “Hûn çi dikin bikin, lê em ê xebata xwe û serdana xwe ya ji bo gelê xwe bidomînin. Em ê bi gelê xwe re werin cem hev.”    Piştî axaftinên hatin kirin HDP’yî û xelk derbasî avahiya HDP’ê bûn.