ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 3 Tebax 2021
  • Rojev
ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2021'Ê
 
*Têkoşîna bi salane ji aliyê jinê ve hatiye honandin êdî xwe digihîne lûtkeyê, xwe mezin dike û xwe berfireh dike. Dayika Aştiyê Nezîhet Kalkan bi têkoşîna dewr kiriye û bi têkoşîna zarokên wê dewr girtiye bûye xwediyê serfiraziyeke mezin. Nezîhet dibêje têkoşîn me xweşik dike û ji bo em jiyanek azad ji zarokên xwe re bihêlin me hewil da nebû lê me ew jî kirin evîndarê azadiyê. DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên Baroya Amedê Hatîce Demîr a êrişên nîjadperest ên li ser kurdan nirxand wiha got:"Merciyên edlî û îdarî bi helwesta xwe rê ji sûcên nefretê re vedikin."
 
*Hevseroka OHD'ê ya Stenbolê Eylem Arzu Karaoglu, ya derbarê 7 kesên ku di encama êrîşa nijadperest a li Meramê de hatin qetilkirin nirxandin kir, diyar kir ku li cikekî kamera her derê dikarin bişopînin gûmanbar bi rojan e nehatiye girtin. BIDÎMEN
 
*Endamên Mala Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê bal kişandin li ser salvegera 7'emîn a fermana 74'an ku li ser Şengalê pêk hatiye û wiha gotin: "Xweseriya Şengalê wê bibe bersiv ji fermanan re." BI DÎMEN 
 
* Lehiya ku li Gundê Xaşkanê Elbakê rabû bû sedema mexduriyeta şêniyan. Şêniyên ku bertekên xwe anîn ziman gotin: "Şaredarî heta niha tu xizmet nekiriye. Berbirsên mexduriyeta me DSÎ'ye." BI DÎMEN
 
*TMMOB, KESK û Şahmaran derbarê qetilkirina Azra Gulum de li ber deriyê avahiya KESK'ê daxuyanî bidin. (18.00) BI DÎMEN 
 
*Bi pêşenktiya TJA'yê de bi armanca bi bîranîna fermana Şengalê wê li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî bidin. (11.00) BI DÎMEN