ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2021'Ê 2021-08-03 09:00:00   ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2021'Ê   *Têkoşîna bi salane ji aliyê jinê ve hatiye honandin êdî xwe digihîne lûtkeyê, xwe mezin dike û xwe berfireh dike. Dayika Aştiyê Nezîhet Kalkan bi têkoşîna dewr kiriye û bi têkoşîna zarokên wê dewr girtiye bûye xwediyê serfiraziyeke mezin. Nezîhet dibêje têkoşîn me xweşik dike û ji bo em jiyanek azad ji zarokên xwe re bihêlin me hewil da nebû lê me ew jî kirin evîndarê azadiyê. DÎMEN HEYE   *Ji parêzerên Baroya Amedê Hatîce Demîr a êrişên nîjadperest ên li ser kurdan nirxand wiha got:"Merciyên edlî û îdarî bi helwesta xwe rê ji sûcên nefretê re vedikin."   *Hevseroka OHD'ê ya Stenbolê Eylem Arzu Karaoglu, ya derbarê 7 kesên ku di encama êrîşa nijadperest a li Meramê de hatin qetilkirin nirxandin kir, diyar kir ku li cikekî kamera her derê dikarin bişopînin gûmanbar bi rojan e nehatiye girtin. BIDÎMEN   *Endamên Mala Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê bal kişandin li ser salvegera 7'emîn a fermana 74'an ku li ser Şengalê pêk hatiye û wiha gotin: "Xweseriya Şengalê wê bibe bersiv ji fermanan re." BI DÎMEN    * Lehiya ku li Gundê Xaşkanê Elbakê rabû bû sedema mexduriyeta şêniyan. Şêniyên ku bertekên xwe anîn ziman gotin: "Şaredarî heta niha tu xizmet nekiriye. Berbirsên mexduriyeta me DSÎ'ye." BI DÎMEN   *TMMOB, KESK û Şahmaran derbarê qetilkirina Azra Gulum de li ber deriyê avahiya KESK'ê daxuyanî bidin. (18.00) BI DÎMEN    *Bi pêşenktiya TJA'yê de bi armanca bi bîranîna fermana Şengalê wê li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî bidin. (11.00) BI DÎMEN