Kurdên li Konyayê hatin qetilkirin hatin definkirin
- 17:37 31 Tîrmeh 2021
- Rojane
KONYA - Cenazeyên 7 kurdên li navçeya Meram hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglûyê hatin definkirin.
Cenazeyên 4 jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê hatin definkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.
Piştî wacîbeyên olî 7 cenaze hatin definkirin. Xizmên malbata 7 ferdên wê hatin qetilkirin, li goristanê lorandin û zêmar berz kirin.