Kurdên li Konyayê hatin qetilkirin hatin definkirin 2021-07-31 17:37:40   KONYA  - Cenazeyên 7 kurdên li navçeya Meram hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglûyê hatin definkirin.    Cenazeyên 4 jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê hatin definkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.   Piştî wacîbeyên olî 7 cenaze hatin definkirin. Xizmên malbata 7 ferdên wê hatin qetilkirin, li goristanê lorandin û zêmar berz kirin.