Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin
- 17:01 31 Tîrmeh 2021
- Rojane
KONYA - Cenazeyên 7 kesên li navçeya Meram hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû tên definkirin.
Cenazeyên 4 jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê tên definkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.
Piştî wacîbeyên olî wê cenaze bên definkirin. Xizmên malbata 7 ferdên wê hatin qetilkirin, li goristanê di lorînin û zêmaran berz dikin.